Leylana SIDÎQ

EZ KÎ ME | Leylana Sidîq

Min nas bikin
EZ KÎ ME | Leylana Sidîq
EZ KÎ ME | Leylana Sidîq

EZ KÎ ME | Leylana Sidîq

Ez di sala 1979an de li gundekî Licê ji dayîk bûme. Min dibistana seretayî li navenda Amedê xwend. Di 1991ê de piştî ku min dibistana seretayî qedand ji ber sedemên malbatî me mala xwe bar kir Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd ên li dibistanên Stenbolê min navber da perwedeyiya xwe. Di sala 2002yan de kêmanî ket dîtina çavên min. Piştî gelek salan bi rêya zewacê ez vegeriya Amedê û min li vir perwerdeyiya xwe ya nîvco temam kir. Min Beşa Civaknasiyê qedand û niha ez li saziyeke dewletê, li pirtûkxaneyekê karmendiyê dikim. Min li ser xwendina bi lez lêkolîn kir û piştî demekê ji bo ku ez bikaribim xwendina pirtûkan bi kesên der û dora xwe bidim hezkirin, perwerdeyiya mamostetiya xwendina bi lez jî girt û niha ez di pirtûkxaneyan de xwendina bi lez didim kesên ku dixwazin. Min ji 2002yan û vir ve bi komele û rêxistinên civata sîvîl re di gelek projeyan de wek xwebexş kar kiriye. Ez ji xeynî van karên edebî bi prefsyonelî şêwirmendiya jiyanê û ya perwerdeyiyê jî dikim.

 

Berhemdarî:

Tut Elimi Dediğim An, Anadolu Baskı, 2010

Xwendina Bi Lez, Lîs, 2017

Nalîna Dil, Helbest, Red, 2020

Pratîka Xwendina Bi Lez, Red, 2022

Hızlı Okuma Pratiği, Red, 2022

Sarûm, Roman, Red, 2022

Bîra Hêviyê | Umudun Hafızası, Anı-Anlatı, J&J, 2023

 

SERPÊHATÎ

Serpêhatîyê min binêrin
Aralık 2016 - Devam Ediyor

Pirtûkxaneya Dibistana Fermî

Karmend

Pirtûkxanegerî

Dibistana Taybet

Pratîka Xwendina Bi Lez

Perwerdehiya Pratîka Xwendina Bi Lez

Haziran 2014 - Eylül 2016
Şubat 2010 - Nisan 2014

Saziya Sivîl

Çalakeriya Ziman û Çandê

Çalakeriya Ziman û Çandê

BERHEMÊN MIN

Xebatên me bişopînin

HÛNERBAZI

Hûnerbazîya min binêrin
HelbestkarSeçiniz%
RomannûsSeçiniz%
ÇîroknûsSeçiniz%
GeryanîSeçiniz%

XEBAT Û ÇALAKÎ

Çend xebat û çalakîyên min
  • Ji sala 2022yan vir ve ye ez di nava xebatên wêjeyî yên Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê de me. Koma Nirxandina Wêjeyê (Roman), Koma Helbestê û yên din de xebatên xwe didomînim.

  • Ji sala 2023yan vir ye ez wekî nivîskara J&Jyê xebatên xwe dimeşînim. Berhema min a bi navê Bîra Hêviyê di nava Weşanên J&Jyê de derçû.

  • Ji sala 2020an vir ve endama Komeleya Wêjekarên Kurd im û di nava çalakî û xebatên wê de cî digirim. Ez tev li xebatên wêjeyî û atolyeyên helbest û çîrok û nivîsên serbest bûme. 

perwerde

Jîyana min a perwerdeyî
Devam Ediyor

Karmendî

Karmendiya Pirtûkxaneyê

Karê wê yê neha | Karmendiya Pirtûkxaneyê ya Amadehiya Anadoluyê ya Adnan Menderes

Zanîngeha Anadoluyê Beşa Civaknasiyê | Eskişehir

Civaknasî

Zanîngeha Anadoluyê Beşa Civaknasiyê Xwendekariya Lîsansê | Eskişehir

2002
1998

Amadehî

Dibistana Amadehiyê ya Hîndekariya Ji Derve | Amed

Dibistana Navîn | Stenbol

Dibistana Navîn ya Ji derve | Stenbol

1995
1991

Dibistana Seretayî

Dibistana Seretayî ya Înonuyê | Bajarê Nû - Amed

BLOG

Blogên minê dawî binêrin
  • 17 Ağustos 2025, 02:22

    Ez vê berbangê bi hevoka “dema li taxa me pirtûkfiroş vebûn” re ji xew şîyar bûm. Min ji qomîdîna ...

    Ez vê berbangê bi hevoka “dema li taxa me pirtûkfiroş vebûn” re ji xew şîyar bûm. Min ji qomîdîna ber serê xwe telefona xwe girt destê xwe û ez ji odeya xwe derketim, bi gavên hêdî lê bilez. Bû çend roj in ku min pênûsên xwe yên sor nedidîtin. Heta ez pênûseke xwe ya sor nebînim nikarim dest bi nivîsa xwe bikim. Ji ber vê yekê ye ku dema min pênûs distend bi kêmanî dozdeh heb distendin. Lê çiqas zêde jî bistînim di dawîyê de ez û pênûseke dimînin. Kêmdîtina çavên min ji bo min gellekî bi ezîyet e. Ez destên xwe li ser sêpêyan, hundirê dexîlan, li ser û binê paldankan digerînim ku pênûseke bibînim. Bi saya lêgerîna pênûsan ez hîn dibûm kuderê malê qirêj bûye û li dû qedandina nivîsa xwe min ê dest bi paqijîyê bikira. Gellek caran qaşo min paqijî dikir lê min cihên paqij jî diherimandin. Destê min li şûşeya avê ya li ser sêpê an jî maseyê diqelibîn, yan şûşe dişikiya yan jî ava şûşeyê dirijiya ser maseyê û kaxizên min. Ez bi gotina xwe ya ku ez her tim tînim ziman “Koritî belaya serê mirov e.” dikeniyam. Dema temenê mezinên me ber bi heftê yan jî heştêyî diçûn digotin “Extîyarî belaya serê mirov e” a min jî ew mesele ye qey. Şûşe jî bişkîya min qet destê xwe pê nedikir heta ku min pênûsa xwe bidîta. Lê ji ber ku gellek caran av dirijîyan ser kaxizên min ez pir diqehirîm. Bi dilopên rondikên çavên xwe re min wan kaxizan li hev dilefandin û diavêtin çopê. Ji ber ku nivîs bi avê re belav dibûn û nedihatin xwendin. Jixwe ne gengaz bû ku ez çav li kaxizan bigerînim û ji nû ve binivîsim. Ger derfet hebûya jî pirsgirêka min çareser nedibû. Çimkî dema min peyveke an jî hevokeke bi Kurdî dinivîsand min nedixwest ji destê min bikeve erdê û wenda bibe an jî biqetînim û biavêjim çopê. Tîpên Kurdî ji min re wek kesên ku tîpên Qurana Pîroz diparêzin min jî nikaribû li ber xwe bidana ji min re tîpên Kurdî ew qas pîroz bûn. Ez dibêjim ji ber vê yekê ye nivîs, helbest, çîrok çi binivîsim navêjim an jî qet naxwazim bên guhertin. Ji min şaş fêm nekin, na na, ne ji xurtiya nivîsên min in ji ber zimanê dayîka min li ba min ew qas bi qedr û qîmet e.

    Ez dibêjim saetek hebû ku ez li pênûsa xwe gerîyam. Belê min şûşeyeke av jî rijand lê baş e ku min hîna nû kaxiz danîbûn wir. Pênûs li binê paldankê bû. Ji ber ku gilover e ji ser sêpêyê ketibû xwarê. Min bi şev li wir danîbû. Dîsa bi gavên hêdî ez çûm şûna xwe û min xwest ku ez malîyan şîyar nekim, min du caran dest avêt telefona xwe ku ez muzîk vekim dîsa min telefonê danî ser maseyê. Min nexwest ku kes bi dengê muzîkê şiyar bibe û aciz bibe. Dema min derîyê şaneşînê vekir bi dengê xwezayê re peyvên min jî bezîyan. Dengê çivîkan hûrik hûrik bi dengê pelên daran re direqisîn. Dengê seyan jî bi ewran re dibezîyan. Ewrên reş û spî tevlihev dikir û wan direvand. Belê rojava û rojhilat ne wek hev bûn lê her du jî bi dîmenên xwe xweş bûn. Ji ber wê jî îro rojê ji bo dîmenên herî xweş tîrêjên xwe li min û li bajêr belav dikirin. Jixwe ji dengê çivîkan nebûya min çi binivîsanda min ê ji bîr bikira. Bi dengên wan re rojên min ên ku ez serê sibehê zû diçûm dibistanê hat bîra min. Bi fistanê xwe yê reş ku wê jê re onluk dihat gotin û bi berstûka tentene ku bi destên dîya min hatibû çêkirin û çente li ser milê min ez bi tena serê xwe dimeşîyam weka gula berberoyê. Li dû çend gavan hevalên dibistanê her yek ji mala xwe derdiketin, em li cihekî digihîştin hev û ber bi dibistanê ve dimeşîyan. Ji bilî dikaneke tu dikan vekirî nebû wê sere sibehê.

    Dor hat ser hevoka ku min ji xewna min şîyar kiribû. Ez dibêjim beşa beriya viya min bi vê hevokê qedandibû. Derfeta min tuneye ku ez vegerim û dîsa li wê hevokê binêrim lê dê Strana dilê min lê binêre. Ez niha dengê we dibihîzim ku hûn dibêjin ew kî ye? Ew ronîya çavê min e û nivîsên min ên li ser kaxizan derbasî kompîturê dike.

    Dema li taxa me pirtûkfiroş vebûn û çend dikan zêde bûn wê demê êdî min pereyê xwe nedida bi şekir û benîştan. Pereyê ku her roj ji bo dibistanê didan min min pê hêkeke sor ya pijandî ji dikanê distend. Heta biçûma malê ew hêka sor têra min dikir. Pereyê ji ber dima jî min dicivand û pê pirtûk distendin. Pirtûkên ku min distendin bi Tirkî hatibûn nivîsîn mixabin. Ger wê demê pirtûkên bi Kurdî hebûna jî bi destê me nediketin. Ji malan û ji der û dorê dengê stranên Kurdî dihatin. Me stran bi Kurdî guhdarî dikirin lê me pirtûkên bi Tirkî dixwendin. Jixwe wek gelek kesan Tirkî bi perwerdehîyê neketibû ser zimanê min. Ji ber ku xwişk û birayê min ên mezin li dibistana seretayî dixwendin û bi Tirkî zanibûn ez bi du zimanan mezin bûbûm.

    Ez hê di pola yeke de bûm me mala xwe ji Licê bar kiribû em hatibûn Amedê û min li wir dibistana seretayî qedandibû. Di destpêkê de gerînendeyê dibistanê min kiribû poleke lê ew pol jî gelek qerebalix bû. Gelek ji wan xwendekaran sê an jî çar kes li ber hev li ser rûniştekek rûniştibûn. Ji ber ku ez ji navçeyê hatibûm mamosteyê polê qet kêfxweş nebûbû. Ne bi xwe navê min pirsîbû ne jî min bi xwendekarên din dabû naskirin. Mamoste kaxizek dabû ber me her yekê û ji me re gotibû her yek ji xwe re nîgarek xêz bikin. Qet ji bîra min naçê nîgara ku min xêz kir xanîyekî yek tebeq û der û dora wî vekirî bû. Baxçeyê li dora xanî bi dîwar nehatibû dorpêçkirin. Bê sînor bû wekî xeyalên min. Derdora wî bi dar û cûr bi cûr gulan hatibû xemilandin. Keskê pelan bi kulîlkên sor û zer hatibû xemilandin. Ji çîyayê li pişt xanî çemek diherikî û asîman bi ewrên gewr û şîn dagirtî bû. Bi pênûsên rengîn spîya kaxizê wenda bûbû. Mamoste dema li nîgara ku min xêz kiribû mêze kir kenekî xweş li rûyê wî dîyar bû û destê xwe di serê min da. Li dû jî nîgara min ji min stend û li dîwarê polê daleqand. Di wê polê de ez ketim ezmûneke û li dû wê ezmûnê mamosteyek din hat polê û navê min xwend. Ez rabûm ser pîyan lê mamosteyê min nehişt ez gavek jî biavêjim û di cîda min da rûniştandin. Her du mamoste bi hev re çûn ber derîyê polê û peyîvin lê dengê wan dihat hundir. Wisa xuya bû ku ji bo min nîqaş dikirin. Mamosteyê nû digot xwendekara ku navê wê di lîsteya min de ye te girtiye pola xwe. Li dû ezmûnê hay jê bûbûn ku xwendekara ji navçeyê hatiye jîr e û ji ber wê her yek ji wan dixwestin wê xwendekarê bigirin pola xwe. Ger ez di ezmûnê de bi ser neketama dê qet navê min jî bilêv nekirana lê niha bi nîqaşê her yek min di pola xwe de dixwestin. Mamosteyê nû bi sil hat hundir û gazîyê min kir lê ev car ez ji cîyê xwe ranebûm û li benda mamosteyê xwe mam. Mamosteyê min jî ket hundir û bi dengekî hêdî gazî min kir. Min bi mamosteyê nû re şand pola din. Dema ez ketim pola nû kêfa min ji xwendekarên vê polê re bêhtir hat. Di vê polê de sê çar kes li ber hev rûneniştibûn û xweş û fireh bû. Çend roj şûnde mamoste tiştekî sor bi milê min ve kir ku li ser bi tayê spî serok hatibû nivîsandin û ew tişt pênc sal bi milê min ve ma. Carinan dîya min digotin “ew pot pênc sal e bi milê te ve ye, ma ji xeynî te kes tune ye di polê de xwe acis bike?” lê ji bo min ne acizî bû. Bawerîya mamosteyê min û hevalên min tevan bi min hebû. Ez jî ji heqîyê dernediketim. Fersendên ku min bi dest dixistin min ji bo hevalên xwe bi kar dianîn. Mamosteyê me carinan cilên zarokên xwe dianîn û carinan jî cilên nû distendin û li zarokên ku ji ber kêmbûna derfetên xwe nikaribûn cilên nû bistînin belav dikirin. Min jî pirtûkên xwe bi wan re parve dikirin. Di dolaba pola me de kîjan pirtûk kêm bûya min ew pirtûka xwe nedibir malê û dixist nav pirtûkên polê. Em hemû me bi dorê wan pirtûkan dixwendin. Di pola dawî ya dibistana seretayî de em ketin ezmûneke û ez bi ser ketim. Ji bo wê serkeftinê ji min re hem dîyarî hat hem jî min li Enqereyê dibistaneke baş qezenç kir. Lê mixabin derfetên min nebûn ku ez biçim wê dibistanê bixwînim. Li gel ku ez biçûk bûm jî neditirsîyam lê dîya min ditirsîya û ji ber vê yekê min neşandin wê dibistana ku di encama ezmûnekê de min qezenç kiribû. Bi rastî jî dîya min tirsîyabû an jî ji ber ku ez keç bûm nedixwest ez li bajarekî dûr bi tena serê xwe bimînim min fêm nekiribû. Jixwe li dû qedandina dibistana seretayî jî ji ber sedemên malbatî me mala xwe bar kir Stenbolê. Ew roj birîneke bê derman e di dilê min de. Ew roj wateya peyva mêr di hişê min de bi rondikên birayên min hat guhertin. Em bi rehetî nikaribûn ji hezkirîyên xwe dûr bikevin. Jixwe dema bavê min ji me re xanî li wir stendibû xwedîyê wî nexwestibû ku xanî bide wî. Ji qerebalixbûna malbata me aciz bûbû. Bavê min jî pereyekî zêde teklîfê wî kiribû û gotibû, “ne pirsgirêk e tu xanî bide min dema min ew anîn ez ê çend heban bi behrê re berdim.” Li ser vê bi hev dû re kenîyane û li hev kirine. Rondikên min jî ji çûyîna me re dibarîyan. Bi rondikên birayê min ê mezin re wekî behreke li ser rûyê min bi pelik diherikîn. Ez ji bo rondikên wî aş nedibûm. Bavê min me bi behrê re bi rê nekiribû lê ji çand û zimanê xwe dûr xistibû. Ez hê jî matmayî me ku dîya min di nav çend rojan de wekî zimanê xwe bi Tirkî hîn bûbû lê dema dengê kurdekî bihata wê didan dû wan û dixwest ku wan binase û bi wan re bibe heval. Em hemû heta gihîştibûn Stenbolê di wesayîtê de bê deng mabûn. Wêneyên ku ji ber çavên me derbas dibûn her yek wekî çîrokeke di nav pirtûka destê min de cih digirtin. Ji bo paşeroja me xwe di nav rûpelan de vedişartin wekî hestên me yên tewandî û xeyalên me yên ne dîyar. Çend salên ku em li wir man xweş derbas bû. Her çi qas ez êdî ji dibistanê dûr ketibim jî min dev ji xwendina pirtûkan bernedabû. Bi rêya zewacê dîsa ez vegerîyam Amedê. Li vir min dest bi xwendina xwe ya ku nîvco mabû kir. Min ji alîyek de yek bi yek polan xelas dikir alîyê din de jî pirtûk dixwendin. Lê carinan wekî ewreke spî li ber çavê min mijekî xwe dileqand. Wê demê min bêhna xwe dida. Pişt re min roj bi roj rûpelê pirtûkê nêzî çavê xwe digirtin. Pirsgirêka çavê min her diçû zêde dibû lê dîsa jî tiştekî girêdayê tenduristîyê nedihatin bîra min heta ku êdî ez nikaribûm ta bi derzîyê ve kim. Ew gav ji bo çavê xwe ez çûm nexweşxaneyê ber bijîşkên çavan. Çawa li min mêze kir fam kir ku ronahîya çaveke min ber bi qedandinê ve çûye yê din baş e lê mixabin wekî xwe nema. Sal bi sal ronahîya çavê min ê din jî kêm bû. Êdî ez nikaribûm pirtûkên ku min digirtin destê xwe û bêhna wan dikişandin heta kezeba xwe bixwenda.

     

    • Wêne: J&J | Arşîv
    • Çavkanî: Bîra Hêviyê, Weşanên J&J, 2023
  • 24 Temmuz 2025, 16:57

    Ew qas qîrîn û teqîn ne bes bû. Di vê bêdengîya dilê min de tu awaz dernediket. Kengî ziman ...

    Ew qas qîrîn û teqîn ne bes bû. Di vê bêdengîya dilê min de tu awaz dernediket. Kengî ziman jê bûbû an jî şewitîbû, xwelîya wê li kîjan çîya û zinaran belav bûbû ne bes bû. Axîna ku min kişandibû bi hewara wan ve daleqandî mabû. Kesên sûcdar û ne sûcdar kes li wan nedigerîya, hev du nedibihîstin dengê wan û teqîna wan war war dibezîyan, li ezman diçêrîyan di nav gerîneka gerdûnê de tevlihev dibûn. Berfek bû ketibû xwarê bûbû çîyayek. Ditehisîn bi ser laşên bê guneh de. Dilopek baran bû dihate xwarê ji asîman. Dema xwe digihandin agirê dilê dayîkan. Zêdeyê mij û dûmanê li ser rûyê dinê û asîman tu tiştek nexuyabû. Çemê Dîcleyê hêdîka xwe dikişand. Ji vê xwîna ku diherîkîn ew ê çawa xwe xilas bikira, ew ê çawa xwe hilweşandana?

    Her roja înê em dihatin cem hev. Carina zarokan bawer nedikir ku bibe sibê carina jî şev li min giran dibû wekî kêmahîya roniya çavê min çawa ez nikarbûm jê xilas bibim. Min bawer nedikir ku bibe sibê. Me hew didît ku wa em li cem hev in. Destên wan ê şil ku bi ava çemê Dîcleyê hatibû şuştin besê tefandina vî agirî nedikir. Ji wan rojên neçar ji wan rojên nedîtî hewce nake îro kes gulan jî dayne. Ji sotina dengê dilê wan dar û ber tev hişk bûbûn gulîyên daran dêleva wan de bi binî ketibûn. Gulîyek hişk ku min bidaya ber xwe ew ê wek qotika hişk hubir belav bikira. Kes jî nexwestibû halê min û wan bidîta ûcaxan xirab kirin, kor kirin ne bes bû bi ser de bi kevirê kuçeyan ketin. Postên wan tev tov kirin. Navên min dipirsin, navên zarokên min ku hatina atolyeyê dipirsin digotin em ê li te vegerin. Kengî, çi wextî hemû derew bû.

    Bi çira dilê xwe ez bi dû we ketibûm. Çima qey dê û bavên we ji bo vê roja reş we hanîbûn dinê. Belê dibe ku rojên tu kesî ne dîyar bin lê ew rojên dîyarkirî ew rojên ku di bin lingên xwe de eciqandibûn ji min re bûbû rê û ez tê de dimeşîyam. Li we digeriyam kolan bi kolan. Ne baran tenê kuçe tev di çamûrê de mabûn. Hêsirên çavên min ji ber ku êdî hêvî nediafirandin. Ji ber wê jî di çamûra kuçeyan de eciqîbûn, gelek caran solên min tê de diman li dû xwe min meze dikir. Di kuçeyên sanayîyê de êdî roj ber bi şevê re diçûn. Min rengan ji hev dernedixist, cardin ez digirîyam hem ji bo we hem jî ji bo xwe. Bi ronahîya dilê min û wan kengî dinya li me ronî dibû em nizanibûn. Qasî ku min zanibû pênc dibistan hatibûn valakirin. Zarokên pênc dibistanan di dibistaneke de perwerde didîtin. Li ser rêya trênê ez bê sol meşîyam. Kevirên ku di lingên min re diçûn lingên min neêşandin. Êşa dilê min li pişt min bû, ji hêza mirovahîyê re hêvî diafirand. We bi saetan rê dibirin di wan polên ku zarok tev serhev di wan de civandibûn ji bo tîpeke, peyveke, hevokeke, ji bo rojên bê jîyeneke ji xwe re ava dikirin. Ne xema kesê bû jî meşa min, min meşa xwe bi rojan jî berdewam bikirana.

    Di qelebalixa bajêr de kes dengên dilê we û lingên min nedibihîstin. Ji bo jîyana tunekirî hewildayîn hebû. Min kiribû nekiribû xwe negihîştandibû wan. Ez bêdeng mabûm di nav wan teqîn û qîrînan de. Ez bêdeng mabûm lê min li malê jî rehetî nedida xwe. Her serê sibehê carekî din ez radibûm ber bi pirtûkxaneyê ve diçûm wek çivîkekê ku hêlîna xwe bi zarokên xwe ve wenda bike. Her ku li wan kuçeyan diqelibîyan ji kevirên kevnar re min behsa wan dikir. Lê dîsa jî birînên dilê min kêm nedibûn. Dengên wan bi guhên min nediketin.

    Çavên we yên belek lorikên dayîkên wan direşand li ser dilên qeşagirtî.

    Li ser textên veşartî daristana ku em tê de bûn li me êdî bûbû goristan. Gulên ku me bi hev re bêhn dikir kulên neçar bîrên kûr li nav dilên me vekiribûn, bûyerên ku di nav Sûrê de diqewimîn ji sûran dirêjtir bûn. Wekî hawarîya pelên payîzê. Her ku min dest diavêt wan pelan her yekî di şûna xwe de ji kenên we yên geş re hewar dikir. Ji ewrên reş ên dilê min li Sûrê bê wate li ser keder dibarand. Bi çavê xwe yên kor di nav mirovên dil-kor de diqehirîm. Li gor wan ez sûcdar bûm, ez ê bibûma qurbana guleyek sar. Min zanibûma ku êşên dilê min wê demê dimirin min ê sînga xwe vekira guleya ku li sînga min biketana ku ji sînga min canê we bibişkivîyana. Ew ê demê ne xem bû ku ez bi qurbana guleyeke xayîn bibûma. Ji kezîyên reş û zer ew ê çongek çibûna heta rojên azadîyê min ê serê xwe ji ser wan çongan bilind nekirana. Ên ku wateya azadîyê nizanibûn xwe kiribûn xwedîyê azadîyê hayî ji xwe tunebûn ku azadî ne a kesan an jî kesekî bû. Lê kî guh didane dengê azadî û aştîyê. Aştîxwazan difetisandin an jî bi guleyekî ji pîyan dixistin xwarê. Di kuçeyên tarî û kevnar de rihên sar di xewnekî giran de bûn. Gulên bajarê Amedê xwîn dikir der, agirê buhiştê kêm diman li ber agirê wan kuçeyan û dilan.

    Ew guleya ku di sar û seqemê de bi serê Tahîr Elçî ve hatibû dayîn ne xerîb bû, nas bû. Deng ne xerîb bû. Ji bîr nedibûn hewarên li ser emrên kin, pêkane ku wenda bin. Ew guleya xayîn çi qas bixwazin wenda be jî ew ê rojek derkeve holê. Ev kuçeyên talankirî û teng li ser laşên mirovan ji nû ve dihatin avakirin. Kêmasîyên dilên me û gelê Sûrê ber bi koçê ve bi rê ketibûn. Destên me yên vala aniha dixwest bi hêvî û xeyalên derew tije bikin. Kolanên dîrokî xil û xirabe bûne. Xanîyên ku li pîya jî mabûn di bin lingên xwe de eciqandibûn. Bi navê ji nû ve bûyîn dizî û talana xwe berdewam dikirin. Meş û hewildanên wan ne meş û hewildanên me bûn. Xwezîya wateya tevgerên wan hebûna, xwezîya rast bigotana, xwezîya em ji ber wan derewên wan neqehirîyana. Xanîyên dîrokî û pirtûkxaneya ku em tê de bûn ne bi agirekî şewitîbû ne jî bi aveke fetisîbû. Bi pençeyên kepçeyên xayîn û birçî hatibû xirakirin. Şahid ez bûm, ezman bû, ew mij û dûmana ku li ser Sûrê belav bûbû ew bû. Mirovên Sûrê bi xwe bûn. Şahid ên ku şer nedixwest, gule nedixwest jî şahid bûn. Qeymeqam û walîyên wê demê jî şahid bûn. Aniha derewên ku dixin destê me em ê çawa bi wan derewan xwe têr bikin, em ê çawa dengê dilê xwe nebihîzin, helbestên xwe û stranên xwe em ê çawa nestrînin. Tîbûna me ya çol û beyaran bi kîjan avê ew ê bidawî bibe. Xemla ku li ser mirinê hatiye xemilandin li bejn û bala kî ketiye ku em bi xemla derewîn xwe di kuçeyan de ba bidin.

    Yaw we derdekî me kişand bi me hat kişandin çawa ew ê ker û lal bimîne. Em gilîyê xwe li mirovahîyê bikin ew ê çi bersiv bidin. Bi çeman xwîn herikî çima ji dilopek bersiv bêpar dimîne. Ê bi xwedê neheqî ye, neheqî dikin mirovên dinyayê û welatên dinyayê, bi huşbûna xwe neheqîyeke mezin dikin.

    Roj, meh, sal sed sal ew ê heta kengî rastîyan veşêrin. Tiştên ku me bi çavê serê xwe dîtîye ji rastîyê dûr dixin. Bi derewan dixapînin. Çima derew dimeşin, meşa rastîyan çima tê qutkirin. Bi girtin û qutkirina rêyan ez dîsa bi we re bûm. Kirinên wan tebatî nedidan min. Çi bikim dil û rihê min jî neheqîyan hilnedigirt. Ez diketim tayê, taya neheqîyên ku mirov li mirovan dikir. Di şevên bêrîyê de ew ê kî sebra min banîyana. Yên ku keserên dilê min fêm dikir bi dizî be jî bi destûr be jî min di kuçeyên girtî de digerand. Min bi destê xwe miz dabûn xanîyên dîrokî û hewara wan. Çîrokên ku di bin guhên min de bêdengî vedigotin, di çeperê rojên berê de ji kêleka min direvîyan. Bêhna rojên berê yên mirî peceyên ku bi gulebaranê kun bûne dihatin.

    Ez heyr dimam, çawa ji wê bêhn û keserê yekî bombeyek xwe bi xwe neteqîne, bi xobarên xwe vî serî neteqandîye. Hewşa ku dengên me li asîmana belav dibûn tune bûbû. Çongên min nedihatin ber min ku ez di pêlekên ber derî de biçim jor. Bi qasê ku min pirsî pirtûkxaneya me zedeyê gulebaranên camê tu xisareke jî nedîtibû. Texteyê dora caman, mase û kursîyên me, pirtûkên me tev di şûna xwe da di rêzê da bûn. Li dû ez pê hesîyam ku banê berpirsîyaran kirine yekê xwestîye xwe bigihîne min jî ji bo kursî, mase û pirtûkan. Wê çi kêfa min bihatana ji ber ku min ew pirtûk ew kursî ew mase xilas kiribûna.

    Ji bêbavan re ew xilasî bû. Dême xilasbûna çavekî xilasbûna canekî ne bi qîmet bû. Di sîya kuştinê de neçar ez li dû we bûm û tenê bûm. Qeyd û zincîrên hesret û bîranînên Sûrê de ez dîl mabûm bê zar û bê ziman. Hûn mirî bûn an jî zindî bûn min nizanibû.

    Mirin an jîyîn, lê ez digeriyam, ji alîyek de li we digeriyam û ji alîyek de jî min li heqên mirovên astengdar dipirsî. Ji bo jîyaneke bê asteng ez digerîyam lê her ku diçû astengên pêşîya min û gel zêde dibûn kêm nedibûn. Kemîna ku dixwestin bixin stuyê gel bi xwe bêhtir zêde dibûn.

    Kevneşopîya me, çanda me dixwestin bi awayeke din bidin nasîn. Ewan kuçeyên ku ji wan bêhna kuştinê dihat li gorî xwestekên turistan dihate xemilandin. Gavên ku li van kuçeyan tên avêtin jî gavên kêf û geryanê nîn e. Gavên kul û xemên kuçeyên nûh me zêdetir xemgîn dike. Xwezîya nehatana xirab kirin wan kuçeyên bîranînên me.

    Kenên zarokên biçûk di wan dikanên mezin û di rêzê de eliqandî man. Jixwe ew êdî nikarin şekir, balon, top bistînin. Lê yên ku bi pereyê xwe li wan deran bigerin û tiştan bistînin ew ê deng vegerîne wan, ew ê wan bibihîze û kuştina xeyalên wan bibîne. Dibe ku nebînin an jî nebihîzin lê bila zanibin ku ew jî lixweçûyînê de dimeşin.

    Di nava mirovên bê sûret de careke din min pirsî rewşa pirtûkxaneyê û ez carekî din çûm wir. Xwezî ez neçûma, xwezî ew wêneyê berê di hişê min de bimana. Tu dibê qey ez ketibûm nava goristaneke û li ser laşên mirî li ser hestiyên wan digerîyam. Dê û bavên ku lbi dû mirîyên xwe ketibûn êdî ne ew dest bûn ne jî ew tilî bûn. Şewata dilê wan û şewitandina bedenên wan ji hev dû direvîyan, nikaribûn hev hembêz bikin. Ku şewat wek hev bin çima hev du hembêz nedikirin. Qîrîna wan digihîştin dinyayê lê şewata dinyayê û dayîkan jî ne wek hev dû dibûn.

    Dême mirin û mirî li her derê hebû lê dengê dayîkan ji bo aştîyê hev du hembêz nedikirin. Çi xwestine an jî çi xwestibûn ji xanîyên dîrokî û li pîyan ji kî re xizmet dikirin talan kirin. Ji ber ku ew pirtûkxane êdî ji destê şaredarîyê derketibû êdî kesên ku me muhatap bigirin nemabûn. Jixwe heta niha derîyên ku me lê dixistin bi kenekî xweş û şîrîn lê direvin xêr hatina me dikirin li dû jî ew derî li rûyê me yê bi hêvî diketin.

    Ew ê demê kezîyên zer xwe di nav destan de dihûnand ber bi Sûrên Amedê ve hildikişîyan. Destên ku li zêrên zer gerîyabûn stûnên pîyan xira kiribûn dilefîyan. Ziravîya ku min li dijî mirovan dabûn diqetîyan. Ez çi qas bêjim xwezî min ji bîr ve bikirana lê min zanibû. Ew êş û kedera wan rojan ne li vî warî bi tenê li warekî din jî ji bîr ve nedibûn.

    Dema ez difikirim pirtûkên dora xwe û kenê zarokan her zarokekî şûna kulîlkeke rengîn e ji hev du cuda ne. Pirtûk jî gelek in di vê pirtûkxaneya ku ez dişuxulim lê ne pirtûk wek hev in ne jî pirtûkxaneyek dibe pirtûkxaneyeke din. Ji ber wê hewce ye ku ew xanîyê dîrokî ji nû ve bibe pirtûkxane û xizmeta zarokên Sûrê tê de bê dayîn. Zarokên ku pêdivîya wan bi pirtûkên perwerdehîyê hebin xwe careke din bikaribin bigihînin mirovan. Lê mirovên ku bi aqilê xwe, bi dilê xwe, bi rehma xwe hewl didin yên ku xwe û zarokan tev qurbana pereyan nekiribe.

    Belê dibe ku em an jî hin tişt dişibin li ser rûyekî dibe ku çav, poz, dev hebe lê dîsa jî rûyê mirovan ji hev du tê cudakirin wek şopa tilîyên mirovan. Em li dinyayê jî bigerin mirovên wekî hev em ê nebînin. Her tişt wek hev bûna ew ê hemû pirsgirêk çareser bibûna. Zarokên tên dinyayê jî ne wek hev in. Dibe ku ji dê û bavên xwe hin hucreyan girtibin lê em hemû dizanin ew bi serê xwe mirovekî ye.

    Wekî hezkirinê mirov nikare tarîfa tiştan bike û bişibîne hev du. Ji bo vê jî dibên hezkirin tenê bi aqil pêk nayê ji dil tê. Xweşikîya jîyan û xwezayê ji ber wê jî di dilê kesên bêmerhamet de cih nagire û dilê wan ji xwe re nake war. Dilên kesên ku li dû madde û maddîyatê be jixwe em pirtûk jî binivîsin ew ê nikaribin bixwînin. Jixwe hezkirin li ser rûpelan nayê nivîsandin jî.

    Encax karibin behsa hezkirina derewîn bi derewan bixemilînin û bikin. Ku hûn jî bi kirinên hezkirinê didine nasîn zanibin ku em her tim nêzikê hev in, ji hev du ne pir dûr in. Hezkirin nêrînek e, hezkirin hewildanek e. Çawa em dibêjin hezkirin ne ziman e rihê ziman e. Ji ber wê ye ku heqê kesî tune zordestî li kesek din bike. Jixwe ji bo hezkirinê zordestî çare nîn e hezkirin ji dil e. Çawadi rojên berê de gotina hez kirinê bi qîmet bû û zû bi zû tu kesî ji kesek din re bi rehetî nikaribû bibêje “ez ji te hez dikim”. Hezkirin ji ber ku rihê dil û zimanê wan bû. Em çima li dû hezkirinên derewîn bikevin?

    Belê em ne dijminê mirovekî ne, ne jî dijminê zimanekî ne. Lê çima nahêlin em bibin xwedî û dostê zimanê xwe, axa xwe û gelê xwe. Her kes bi xwedî be ew ê çi be. Em ji bîr ve nekin ku zimanê dayîkên dinyayê tev pîroz in, zarokên dayîkên dinyayê tev bi qîmet û pîroz in. Ji ber vê jî ji bîr ve nebe li wan riztyên dawîya pirtûkan her tim binêrin bibînin çawa dilopekî xwîn jîyanan tîne û wenda dike.

    Dilopek ji xemên dil, ji nava pirtûkan û zarokan...

    • Wêne: J&J | Arşîv
    • Çavkanî: Bîra Hêviyê, Weşanên J&J, 2023
  • 24 Haziran 2025, 17:43

    Dem û Pirtûk Jîyana bê pirtûk bê wate ye. Min kengî an jî çawa dest bi xwendina pirtûkan ...

    Dem û Pirtûk

    Jîyana bê pirtûk bê wate ye. Min kengî an jî çawa dest bi xwendina pirtûkan kiribû min nizanibû. Tu dibê qey dayîka min roja ku ez hatime dinê min bi qumatekê nepêçaye bi rûpelên pirtûkan pêçaye. Ji ber wê jî di hîndarîya xwendin û nivîsandinê de min tîpan wekî şîrê dayîka xwe dadiqurtandin û ew dibûn kîte, dibûn peyv û hevok ji kevîya lêvên min diherikîn xwarê. Wekî berfa serê çîyayên bilind ku bi tîrêjên rojê re dihelîyan ber bi çem û deryayan ve ji xwe re rê vedikir. Roj bi roj min pêşve dixist. Axê şîn dikir lîstikên me belav dikir. Xeyalên me bajar bi bajar digerîyan û li derîyê xewnên ku hêvîyên xwe wenda kirine dixist wan hişyar dikirin.

    Çawa xwendina pirtûkan tenêtîya mirov ji holê radikirin ew qas jî gencîneya peyvên mirov dewlemend dikirin.

    Di dema zaroktiya min de ji dê û bavan an jî ji mamosteyên dibistanê tiştê ku me dibihîstin ji bo dirêjbûna zarokan digotin şîr vexwin û basketbolê bilîzin, ew ê wê demê zû bejna we bilind bibe. Me jî digot qey em dirêj bibin wê demê em ê karibin dinyayê xilas bikin. Kes tunebû ku ji me re bibêje dema hûn pirtûk bixwînin dê mejîyê we jî bi pêş bikeve. Darê hewran jî dirêjbûn lê mirov qasê darê fêkîyan jê feyde nedigirtin. Ji bo ku dar rind fêkî bigirin jî her sal serê daran dihatin birrandin. Xwendina pirtûkan jî hewce ye ku mirov di wextê de bi zarokan bide hezkirin. Wê demê dema zarok peyveke nû ji rûpelên pirtûkan bibihîzin dê ew peyv di mejîyê wan de wekî dareke fêkîyê şax vede û gulek veke.

    Em dikarin feydeyên xwendina pirtûkan bi vê şiklê rêz bikin.

    * Ji bo kalîteya jiyana mirov baştir bibe, sûda wê gelek e.

    * Ji bo pirsgirêkên jîyanê hêza çareserkirinê dide mirov.

    * Rengetêkilîya di navbera mirovan de kûr dike.

    * Bandora mirovan li ser kesên hawirdorê zêdetir dike

    * Fikirîna mirovan berfirehtir dike.

    * Gencîneya peyvan dewlemend dike.

    * Xwendina pirtûkan mirov ji stresê dûr dixe û diparêze.

    * Pêşî li derketina pirsgirêkên hişî û derûniyê digire.

    * Kesên ku bi xwendina pirtûkan xwe pêş dixin bi dû xeyalên xwe jî dikevin.

    * Ji bo sûdwergirtina ji xwendinê divê xwendin perçeyek ji jîyana meriv be.

    Feydeyên pirtûkan bi jimartinê naqedin lê xala herî girîng xwendin dê di jîyana me de çawa cih bigire?

    Di dibistana seretayî de dema ku mamoste fîş didan me, me ew şev wan fîşan çend caran dubare dikirin. Elî bixwîne, Elî binivîse, Elî bazde, Elî bigire... lê rastîya jîyanê ne wisa bû. Xwendin jî nivîsandin jî bazdan û girtina bi tena serê xwe bê wate bû. Ne hindik bû. Bi salan kêfa me ji pirtûkên Cîn Elî re dihatin. Em bi bergîrên, wî bi topa wî û bi berxê wî şa dibûn. Heta ku em hişyar bûn wê demê em bi dû bergîrên xwe, topa xwe û berxikên xwe ketin. Hewce ye ku mirov bizanibe topa biçûk an mezin a sor an a zer em kîjan dixwazin. Dê bergîrê spî bi me xweş be an sor ku bergîrekî bilez baz bide em ê karibin bi dû bikevin an jî bi sebreke zêde li bendê bimînin.

    Dema hûn dest bi xwendinê bikin rûpelên pirtûka we bila zêde nebin. Pirtûka we ya yekem bila tenik û li gorî zewqa we be. Pirtûkeke ku bi zimanekî giran hatibe nivisîn dê we aciz bike. Ji ber vê yekê pirtûkên ku bi zimanekî hêsan hatine nivisîn bistînin. Hûn dikarin beriya standina pirtûkan ji kesên malbata xwe an jî ji hevalên xwe bipirsin. Hûn dikarin ji rexnegiran jî feyde bigirin. Carinan mirov her çi qas lêkolîn bike jî dibe ku dîsa jî ew pirtûk ne li gorî me be. Wê demê ji bo ku hûn xwendina wê pirtûkê biqedînin xwe aciz nekin. Heta hûn carek din pirtûk negirin destê xwe dev ji pirtûka destê xwe berdin dê çêtir be.

    Divê pirtûka mirov her tim wekî şûşeya avê nêzî mirov be. Carinan di navbera karekî de carinan di wesayîteke de mirov bigire destê xwe wê demê tiştên negatîf ji hişê mirov diçe. We çend xulek xwendiye ne pirsgirêk e, roj bi roj dê ji ber xwe ve zêde bibe lê bi kêmanî bi bîst xuleka dest pê bikin. Pirtûkên ku we xwendin navên wan li ba xwe binivîsin. Bi civandina navên pirtûkan êdî hûnê bêhtir bixwazin pirtûk bixwînin. Di bîranînên we de ji xeynê heval û hezkirîyên we karakterên pirtûkan jî dê cih bigirin.

    Bi hezaran û milyonan pirtûk li refên pirtûkxaneyan li benda xwendevana ne. Reng bi reng li gorî cureyên wan rêz bûne. Li dû dîtina nivîsê mirov agahî û fikir û ramanên xwe di jîyanê de zor û zehmetîyên xwe û xilasbûna ji wan, her wisa çawa xwe pêşve xistine bigirin binê qeyd û ji mirovên li dû xwe re bihêlin. Ji ber vê jî ji berê de mirov li dû çareyan geriyane. Her çi qas wan çaxan kaxizên modern tunebin jî mirovan li ser qaşikên daran, li dîwarên şikeftan, tabletên kîl ku ji potên ketenan çêbûne nivîsên an jî sembolan nivîsandine. Misirîyan li dora çemê Nîlê ji dara papîrûs kaxizên papîrûsê çêkirin. Ji alîyê civakên din ve jî heta demeke dirêj hatiye bikaranîn. Li dû jî parşomen, kaxizên qodeksê û li ser qumaşên hevrişîm û hwd. Kaxizên modern bi destê çînîyan hat kifşkirin. Pirtûkên ku bi destan dihatin nivîsandin çi qas diçû zêde dibûn. Li dû dîtina matbaayê û bi zêdebûna pirtûkan re pirtûkxane ava bûn. Ger îro em dikarin qala kevneşopîya xwe bikin ew jî bi xêra nivîs, kaxiz, matbaa û pirtûkan e.

    Me dest bi nivîsê kiribû lê ji pênûs û lênûskê zêdetir tebeşîr bala me dikişand. Ji ber ku mamoste bi rehetî nedidan destên kesî, tenê didan kesên ku li ser depê xweş dinivîsandin û yek ji wan kesan jî ez bûm. Min nivîsa li ser texta reş bi tebeşîra spî di rêzê de dinivîsand. Ew kêfxweşîya min heta navbera dersê berdewam dikir. Ji ber ku mamoste piranî nivîsan bi min dida nivîsandin hevalên min tev wekî ku min sûçdar bibînin bi min re nedipeyîvîn, gelek caran jî min nedigirtin nav lîstikên xwe. Êdî min jî tebeşîrên ku digirt destê xwe bi dizî dişikand û nîvê tebeşîrê dikir bêrîka xwe, di navbera dersê de min ya destê xwe didane mamoste, ya bêrîka xwe jî yeko yeko gazî hevalên xwe dikir û dida deste wan. Bi tebeşîrê dilê wan çi bixwesta wê dinivîsandin. Me gelek caran jî wêne xêz dikirin heta mamoste bihata me bi jêbirê texteyê paqij dikir. Li ser cilên me yên reş tozên spî wekî ewrên li asîman bi her şiklî belav dibû. Wêneyên ku nîvco diman jî me di xeyala xwe de temam dikir. Em bi kelecanî hînê xwendin û nivîsandinê dibûn. Çend caran em bi hevalên xwe re çûbûn ber pirtûkxaneyê. Pirtûkxaneya ku di binaya zer de bû ji me re gelek bedew dihatin. Em ji alîyê der de li dora wê diçûn û dihatin lê em nediwêrîyan ku di derîyê wê de têkevin hundir. Jixwe roja ku me cesaret kir jî me li hundir pir nehewandin. Refên pirtûkxaneyê ew qas bilind bûn ku destê me tenê digihîştin sê qatan. Me bi zor xwe digihandin qata çaran. Ji ber meraqa pirtûkên refên jor me li tevahîya pirtûkên refên jêr dinêrîyan û wan tevlihev dikirin. Xebatkarê pirtûkxaneyê çawa me dîtibû me ji wê derê kiribû der. Wekî ku digotin; ev pirtûkxane ne li gorî temenê me bû lê tiştê ku bala me kişandibû zarokên temenmezin jî tunebûn. Pirtûkxane qasî ku mezin bû ew qas jî sar û vala bû. Em êdî di derîyê pirtûkxaneyê de qet nekevin hundir jî bi salan li der û dora wê çûn û hatin û li baxçeyê wê lîstikan leyîstin heta roja xebatkarê nû gazî me kir. Çi qas gazî me kiribe û gortibe; bes hûn lêyîstin, werin hundir bêhna xwe bidin û li dû jî pirtûkên xwe bixwînin, lê ji dilê me nedihat ku em biçin hundirê pirtûkxaneyê. Xebatkarê pêşî ew xwesteka me di qursaxê me de hiştibû. Heta wê rojê me bi pirtûkên xwe yê dibistanê qeyra xwe anîbûn. Carinan jî lewheyên dikanan, perçeyên rojnameyên qetandî li kuçeyan bi bayê re belav dibûn diketin ber lingên me me wan dixwend. Ya ku herî zêde bi xweşa me diçû nivîs û wêneyên kulahên dendikan bû. Me ji dikanê dendikên xwe distand û bi hev re dixwarin. Ger wan kulehan ji rûpelên kovarên mîzahî buna jî me yeko yeko nivîsên wan dixwendin û bi nivîs û karîkaturên wan em têra xwe dikenîyan. Ji ber wê jî di belavbûna xwendinê de para dikanan ji bo me ji pirtûkxaneyan zêdetir bû.

    • Wêne: J&J | Arşîv
    • Çavkanî: Bîra Hêviyê, Weşanên J&J, 2023
  • 03 Haziran 2025, 20:24

    Mifteya jîyanê hezkirin e......      Neçar digerim. Neçar dibezim di rojên ku nayên jimartin de. Dem, ...

    Mifteya jîyanê hezkirin e......     

    Neçar digerim. Neçar dibezim di rojên ku nayên jimartin de. Dem, saet, xulek bê wate ne ji bo min. Wekî ku min hîna dest neavêtîbe gulîyên jîyanê. Ez li çar demsalan dinêrim, di her demsalê de dengê kulîlkên heft reng dibihîzim. Bi vê dilê xwe yê bêar û azar hembêz dikim berfa li ser çîyayên bilind. Şev û roj dişewitim ji ber vî dilê agirkêş ku berfa hemû çîyayan têra wî nake û agirê wî natefîne.

    Dibêjin evîndar ji tu tiştî natirsin, tu nebêje ji ber vê ye ez ji vî dilê ku bûye wekî çîyayekî ji agir natirsim û ji wî narevim. Roj bi roj ji hesreta zimanê xwe dengê dil û rihê min ber bi mirinê ve diçûn. Ez ji ber agirê vî dilê xwe diheliyam û min dikir nedikir ne bi barana payîzê re ne jî bi rondikên xwe yên wekî çem re bi rê nedikir. Min xwe dixapand û ez bi dû behrê diketim bi dû dengê wê û pêlên wê lê ne di destên min de bû. Dengê behrê, dengê çivîkan, dengê çîya û deşt û zozanan tev dibûn Kurdî. Tenê bi stranên Kurdî re dilê min difirîyan asîmanan û ew kêlî min xwe azad hîs dikir. Çawa dilê min bi dû dengên kurdî diket lingên min jî min dibirin pirtûkfiroşan, ew ên ku pirtûkên kurdî difrotin. Min pirtûkên kurdî ji nav refan yek bi yek digirt destên xwe û ez di nav rûpelên wan de wenda dibûm, bi bêhna wan re diketim nav xeyalên kûr û dûr. Carinan bi saetan dinav xeyalan de dimam carninan jî bi dengê pirtûkfiroş dihatim ser hişê xwe. Carek ji dengê pirtûkfiroş ew qas bizdîyam ku pirtûkên destên min hemû li wan deran belav bûn. Dema min hewil da pirtûkan ji erdê berhev bikim pirtûkfiroş jî bi min re berhev kir û bi bişirîn got; “tu yê van pirtûkan hemûyan bistîni.” Erê, min hemûyan stend û bi awayeke kêfxweş min pereyê pirtûkan da û ez ji wir derketim.

    Pirtûkên ku min distendin çend roj li ser maseyê man û paşê jî di nav refên dolabê de cihên xwe girtin. Min zû ve dev ji stendina pirtûkên tirkî berdabû lê mixabin êdî ronahîya çavên min têrî xwendinê nedikirin ku ez wan pirtûkên kurdî bixwînim. Di pirtûkên tirkî de ji ber ku yên bi dengî jî hebûn jixwe ji bin hewce nedikir ku ez pirtûk bistînim û dema ez bê alternatîf dimam min dikaribû li wan gohdarî bikira lê mixabin pirtûkên kurdî yên bi dengî tunebûn. Ez ew qas gerîyam û min ew qas ji derdora xwe pirsî ji bilî çend çîrokan min tu pirtûk peyda nekir. Helbet ji bo pirtûkên kurdî yên bi dengî dibêjim, yên kaxiz êdî gelek zêde bûbûn lê mixabin êdî min nikaribûm ez wan bixwînim. Pirtûkên min distendin jî ne bi rojan bi salan jî destên min de an jî li ser maseyê bimana kes tunebû ku ji min re bixwenda. Kesên dizanibûn çavên min nabînin deng nedibirin xwe kesên ku nizanibûn jî behsa quretî û poz bilindîya min dikirin lê ez tu caran li cihê xwe nedisekinîm. Rêyên ku min didan pêşîya xwe dûr û dirêj jî bibûya û gelek caran ez ji wan rêyan destvala vegerîyama jî ez ji xwestekên xwe venedigerîyam. Wekî bayê havînê ku ji deşt û zozan û zinar û çîyayan de xwe berdida xwarê û bi awayeke nerm wan miz dide ez li kolan, komele û sazîyên ku li ser huner û wêjeya kurdî dixebitîn digerîyam. Ez tu caran ji rojên danasîna pirtûkên nivîskarên kurd nedimam. Danasîna pirtûkên wan, çend pirs û bersiv û xatir xwestin têrî min nedikir. Wekî destnîşana wan a li ser pirtûkê dilê min jî li wur diman. Ji ber ku min nikaribû xwestekên dile xwe bînim ziman dibe ku ez jî tewanbar bim. Ji ber çi ye ez jî nizanim lê min di jîyana xwe de heta niha ji tu kesî alîkarî nexwestibû. Dibe ku ji şermokîya min be jî. Jixwe min şerm dikir. Lê dema hin kesan ji nedîtina çavên min bawer nedikirin ez bêhtir hêrs dibûm. Ji dilê wan ê kor re berçavkeke reş an jî gopaleke belek hewce bû. Wateya korbûnê ji bo wan ew bû qey. Tenê dîtin û nedîtin. Her tişt li dora van du peyvan asê mabû. Reş û spî. Ez di navbera van her du rengan de dimam. Di rastîyê de reng û şiklên ku min didîtin wan nedidîtin.

    Piştî çend salan dinya li min hatibû guhertin û êdî divîya bû ku min ji xwe re bi destên xwe dinyayeke ava bikira. Rojeke nû, heyv û stêrkên li dilê min eliqandî min li asîmanekî nû wer dikir. Tunebûn û tenêbûn ne li gorî min bûn. Min her tim ji tunebûneke hebûnek diafirand.

    Xwînerên xweşik û delal, jîyan her tim bi dilê we be û ger nebe jî xwe acis nekin. Carinan bi dilopeke ronahî jî mirov dikare li xwe û li xwestekên xwe xwedî derkeve. Erê, ez bi dilopeke ronahî bi dinyayê ketibûm. Min bi lingên xwe erda ku li ser dimeşîyam dipelandin ku fêm bikim bê ka çi li pêşîya min heye. Min dixwest çal û kevîr û girên biçûk ên li ser van rêyan bi lingên xwe nas bikim. Van çal û kevir û giran qet min li erdê nexistin. Ez di rêyekê de carekî bimeşîyama êdî lingên min wê rêyê jiber dikirin û carake din êdî bi baldarî tevdigerîyam. Ji ber ku ez pir hêdî bi rê ve diçûm kesên ku bi min re dimeşîyan digotin tu dibêjî qey di binê lingên te de hêk hene û tu ji bo wan hêkan neşkînî hêdî dimeşî. Nizanibûn ku ez van rêyan baş dizanim û ji bo wê bi baldarî tevdigerim. Helbet deng jî ji bo min gelek girîng bû. Ger ji dengan nebûya min mirovên li ser rê sekinandî û daran ji hev du dernedixistin. Dema min pirsa rêyeke ji kesî bikira pirsa min bi xortê delal an jî keçika hêja dest pê nedikirin. Yan jî min nedigotin xalo, xwarzê, xaltî, apo metê û hwd. Ji ber ku min rûyê wan, zayenda wan û temenê wan ji hev dernedixistin min bi gotina ez dikarim ji we pirseke bikim gelo dest pê dikir. Dema ku ew bersiv didan ji dengê wan min fêm dikirin ku keç e an xort e an jî temenê wan çend e û li gorî wê min digot apo an jî xaltî. Min ji mirovên ku destên xwe na zimanê xwe dixebitandin gelek hez dikirin. Dema diaxivîn cihê ku min ji wan pirsîbû wekî wêneyekî di hişê min de dîyar dibûn. Carinan min gavên xwe çi qas hêdî biavêta jî hin kes dihatin li min diqelibîn. Ew kesên ku xwe di ronahîya xwe de tune kiribûn li her derê hebûn. Ji rûçikê van kesan min her tim gopaleke spî dikir çenteyê xwe. Min li her derê gopal nedigirt destên xwe lê dema bawerîya min bi mirovan û wesayîtan nehata min di cî da ji çente derdixist dikir destên xwe û bi vê awayê ez dimeşîyam. Rêyên ku wesayît pirbûn li gorî dengên wan min zanibû ka çi qas dûr an jî nêzî min in heta ku rojekê motorsîkleta ku bi ceyranê dixebitî li min qelibî. Dengên wesayîtan nêz nebû û min hewil da ku derbasê alîyê din bibim. Min nedît çawa qewimî lê dema min çavên xwe vekir ku way mirov li ser serê min civîyane. Erê, min motorsîkletê nedîtibû lê qey ew kesê ku motorsîkletê diajot jî min nedîtibû. Ji ber ev tişt dîsa neyê serê min êdî dema di rêya wesayîtan de derbas dibûm min gopalê xwe digirt destê xwe. Ew hêkên ku min qîma xwe bi wan nedianîyan ku ez bi lingên xwe bişkînim min carinan dixwest ku ez di serê mirovan de bişkînim. Mirovên ku li gopalê min diqelibîn û çêrê min dikirin yan jî li gel gopalê destên min jî hindik dima li min biqelibin ji min re digotin; tu kor î, rast û çepê xwe nabînî. Belê ez kor bûm lê ew. Ji bo wê min xwe bixista çi şiklê jî dê ji ber bîra xwe yê kor min nedîtana. Ji mirinê nebûya min ê bihişta ku wesayît li min biqelibin. Dê laşê min bêhtir qeîm bibûya wekî pêçîyên lingên min ku gelek caran li pêpelûk û peyarêkan diketin.

    Hezkirina jîyan û zimanê mirov naşibe tu hezkirinê. Zimanê Zikmakî yê mirovan jîyana mirov bixwe ye. Hezkirin her çi qas ji bo min mifteya jîyanê be jî ziman jî wê zindî dihêle. Dibêjin bihuşt di binê lingên dayîkan de ye, çima heta niha kesî nefikiriye ku bihuşta rastîn di zimanê wê de veşartî be û di zimanê wê de bihuşta vê dinyayê û wê dinyayê tev hebe. Ji bo bihuştê ne hewce ye ku mirov bisekine an jî bimire. Dema em nû tên dinyayê tekane pêdivîya me şîrê dâyîka me ya zelal û delal e. Jixwe îspat bû ye ku şîrê dayîkê ji alîyê tenduristîyê ve dermanê herî girîng e. Ji bo mirovan zimanê zikmakî jî bi qasî şîrê dayîkê bi qîmet û hêja ye.  Ji ber ku laşê me ji alîyê tenduristîyê ve çawa bi şîrê dayîka me û bi mijandina şîrê wan bêhtir sax û baş dibe ew dengê ku em dibihîzin jî mejîyê mirovan wekî şîrê dâyîkê dimijîne. Aniha em li vir li ser ziman em dikarin heft pirtûkan binivîsin zarokên ku bi çend zimanan mezin dibin di jîyana xwe de çawa bi ser ketine û çawa bi rehetî zimanên din jî hîn dibin. Lê armanca min ne ew e, jixwe zanyar û rewşenbîrên dinyayê tev dizanin lê hinek dewletên ku dixwazin bi zorê ziman û çanda mirovên din tune bikin wan ji çand û zimanê wan dûr bixînin bi zanebûn polîtîkayên qirêj di nav gel de didomînin. Polîtakaya xwe ya qirêj jî bi qedexekirina ziman didin destpêkirin lê nizanin ku qedexeyên wan nagihîjin dil û rihê mirovan.

    Dema zimanê mirov jê bê girtin ew mirov êdî bi kêrî tiştekî nayê. Çiqas fêrî ziman û çanda serdestan bibe jî nikare jîyaneke xweyî biafirîne. Mirovên ji xwe dûrketî dê çawa bikaribe kevneşopîya xwe hest û ramanê xwe çanda xwe ber bi paşerojê ve hilbigirin. Pirtûkên pîroz jî bi gotina “bixwîne” dest pê dikin. Mirov bi zimanê xwe bixwîne û binivîse, ji vê pîroztir çi heye. Li ser rûyê dinyayê şeş hezar ziman hene û çawa ji van şeş hezar zimanan gelek ziman ber bi wendabûnê ve diçin bi milyonan însan jî ber bi fetisandinê ve diçin. Mirovên ku ji ziman û çanda xwe dûr bikevin dê zarokên wan jî wenda bibin û bifetisin. Ji bo hebûn û zengînîya dinyayê hewce ye ku zarok bi hezkirin û bi zimanê zikmakî mezin bibin. Wekî hezkirina ax û warê mirov, welat û dîya mirov hezkirina zimanê mirov jî divê zêde be. Ger hezkirin tüne be û wekî hêvî ji dilê mirov neherike dê mirov çawa her carê ji mirinê rizgar bibe û dîsa rabe ser pîyan. Xwezîya ez bi qurbana zimanê dayîka xwe û bavê xwe bûma ku min bi zimanekî din zarokên xwe dilorandin.

    Meriv bi zimanê xwe mezin dibe û dijî lê dema perwerde bi zimanekî din be ew rih bi zimanê dayîkê re wekî çemek zelal diherike ber bi deryayê ve lê wê demê di nav qedexeyan de hefsî dimîne. Ew rih qedexe jî bibe hefsî jî bimîne dema roja wî hat dê wekî min vegere ser rehên xwe. Dema hûn jî vegerin hûn ê bibînin veger çi qas xweş e. Dibe ku her tişt ne wekî berê be lê rastîyek heye her vegerîneke hêvî û jîyaneke bêhtir xweş ji rojên bê re diafirîne. Bi hêvîyên mirov re darekî şîn dibe. Pelên wê darê mirov ji xwe re dike wekî baskên çivîkan û bi azadî difire. Zarok jî dema bê bask dimînin ne azad in. Bi çîrokên dayîkên xwe bi bask dibin û bi dû xewn û xeyalên xwe dikevin. Ji xwe re mucîzeyan çêdikin. Her çi qas derbas bibe dê jîyana wan bêhtir bi wate bibe. Zarokên ku dê û bavê wan ji wan re pirtûk bixwînin hînê guhdarîkirinê jî dibin. Zarokên ku hînê guhdarîkirinê bibin dê hînê ramanên xwe parvekirinê jî bibin. Dema fêrî xwendin û nivisê bibin di nav malbatê de wekî wexta xwarin û raketinê, wexta xwendinê ava bibe dê derfet ji wan re jî çêbibe. Pirtûkên ku bixwînin dê bi we re parve bikin. Derfet bidin wan ew jî bixwînin ev car jî hûn li wan guhdarî bikin, ji bo guhdarîkirina wan wext veqetînin ji wan re. Dema roj hebe ku we wext veneqetand pirtûkên ku xwendine bila ji we re bibêjin. Behsa çîrok û fikir ramanên wan ê li ser çîrokan guhdarî bikin. Bi vê awayê zarokên bi xwe bawer dê mezin bibin.

     

    • Wêne: J&J | Arşîv
    • Çavkanî: Bîra Hêviyê, Weşanên J&J, 2023
  • 22 Ağustos 2025, 14:26

    DILÊ DAYÎKAN   Dilê dayîkan dîsa dinale Nalîna wan wekî şûr e Bi xwîn û bi agir ...

    • DILÊ DAYÎKAN
    •  
    • Dilê dayîkan dîsa dinale
    • Nalîna wan wekî şûr e
    • Bi xwîn û bi agir e
    • Birîn li wan kûr e
    •  
    • Dilê dayîkan diêşe û dinale
    • Çima tu kes nabihîze
    • Bi girîn û bi gazî ye
    • Bêçare maye bû sedsal e
    •  
    • Dilê dayîkan diêşe û dinale
    • Ji ber êşa wan dinya diheje
    • Hinek dibêjin hêsa ye
    • Lorîna wan  ji xwîna mirovan e
    •  
    • Dilê dayîkan diêşe û dinale
    • Jehra êşê mirina zorakên wan e
    • Hêviya wan aştî ye
    • Lê dîsa destê wan girêdayî ye
    •  
    • Dilê dayîkan diêşe û dinale
    • Ev êş li mezhebê mêze nake
    • Ji bîr nabe kezeb
    • Ên ku dikişîne dîsa dayîk e
    •  
    • Dilê dayîkan diêşe û dinale
    • Xwestekên wan honandî maye
    • Di nav mijangê reş de
    • Li benda mizgîniya azadiyê ne

     

    • © Mafê wê parastî ye.
    • Leylana Sidîq | 2025
    • Wêne: J&J | Arşîv
    • Çavkanî: Nalîna Dil, Weşanên Red, 2020
  • 12 Mayıs 2025, 10:19

    Heta niha çend kes ji me wateya aştîyê ji xwe û ji derdora xwe pirsî ne? Ez nizanim çima peyva aştîyê her ...

    Heta niha çend kes ji me wateya aştîyê ji xwe û ji derdora xwe pirsî ne?

    Ez nizanim çima peyva aştîyê her tim li dû şeran tê bîra mirovan. Ji ber vî awayî, wateya aştîyê li ser bingeha neyartîyê ye. Ji ber xirabiyên şerên navxweyî û şerên navneteweyî felsefeya aştîyê ya rastîn nayê zanîn.  

    Felsefeya aştîyê ya rastîn çi ye? Ew jî bi dan û standinên ji şer û xirabîyan dûr ketin e. Bi danûstandinên li ser yekîtî, wekhevî, aramî û hezkirinê pêkan e. Aştî ne ew e ku li dû şeran bê bilêvkirin û avakirin. Aştîya bi vî rengî dibe aştîyeka berjewendîparêz. Berjewendîyên kîjan alî hat parastin ew ji bo wî aliyî dibe aştî. Lê mixabin ev jî bi min tiştekî şaş e. Ji ber ku jixwe em wateya aştîya rastîn zanibin û wê bixin jiyana xwe û dinyayê wê demê ew ê gelek tişt bi xwezayî bin. Jiyanekî aştîyane bê jiyandin jixwe mafên tu mirovekî nayê binpêkirin. Ew qas mirin û xirabî tunebûna hest û ramanan jî ew ê pêk bihatana. Mafên mirovên din hemû ew ê bihata parastin. Xwe bi xwe û bi xwezayî ew ê azadiya mirovan jî bihata afirandin.

    Aştî xêr û xweşiya navxweyî ye. Dema em ji xwe hez bikin em ê xêr û xweşiya mirov û gelan jî bixwazin. Bi rehetî em dikarin di nava gel da vê xêr û xweşîyê belav bikin.

    Gava ku mirov di hundirê xwe da hêzdar be, bi aheng be, bi heskirin û bi aram be wê demê vê rewşê dikare li derûdora xwe belav bike. Yanî em ê bi dû aştîya pozîtîf ango erênî bikevin.

    Aştîya pozîtîf çi ye?

    Bingeha mirovan li ser wekhevîyê û edaletê girêdayî ye. Dema kêmasîyên van her du mijaran çêbibin bibin şer û bihevnekirin jî çêdibin.  Lê di aştîya pozîtîf da ev pirsgirêk tune ye. Ji ber ku di rewşên ku aştîya pozîtîf serwer e tiştên xirab û nebaş naqewimin. Pêwendî û têkilî bi zimanekî xweş û nerm be pêdiviya me bi şer û aştîya negatif jî namîne.

    Aştîya negatîf çi ye?

    Di navbera dewletan da an jî di nav dewletekî da şer tune be ev jî tê wateya li dû şeran aştîyek hatîye avakirin. Wekî ku hûn jî dizanin em piranî wateya şeran bi awayeke negatif dizanin. Ji ber her tim li rûyê dinyayê şer hebûne, beriya şerekî bihevkirin pir tunebûye.

    Eger ku xebatên aştîya rastîn li dinyayê dest pê bikin ew ê wateya negatîf a aştîyê jî biguhere. Johan Galtung wiha dibêje: “Organizebûyîna rengê tundirevîyê ji holê rabe, tune bibe wê demê bingeha aştîya negatif jî ji holê radibe.”

    Divê mirov çawa bijîn?

    Kesên ku ji rihekî têr û bi aram bêpar bimînin jixwe nikarin aştîya rastîn bijîn. Ji bo wê jî divê di destpêkê da em rihê xwe têr bikin. Vê yekê bi alîkariya zindiyan, bi bêhn û rengê xwezayê, bi dengê hunerê û bi çanda heskirinê pêk tê û ew ê bi vî awayî jiyanekê jîr û serkeftî derkeve pêşiya me.

    Bi hêviya ku aştîya rastîn jiyana me tevan li ser bingeha mirovhezîyê ava bibe.

    Bi hezkirin…

     

    • © Mafê wê parastî ye.
    • Leylana Sidîq | 2025
    • Wêne: J&J | Arşîv
  • 12 Mayıs 2025, 10:09

    Şev û roj, min dixwest roj her wextî ji nû ve ava bibe. Rengê wê yên sor, hêviyên li der dor, bi ...

    Şev û roj, min dixwest roj her wextî ji nû ve ava bibe. Rengê wê yên sor, hêviyên li der dor, bi tîrêjên wê re li nava dilê min baxçeyek vedida.

    Ez bi dû xeyalên kûr û dûr diketim. Wê demê min zanibû ku ew ê roj hil bê. Çawa min xwe bi çûyîna rojê re ditewand û diteland ez li benda roja nû dimam, min digot qey zarokên kurdan jî li benda min in.

    Her sibê dema bi hilhatina rojê re ez şiyar dibûm û diçûm dibistanê wekî gula berberoyê ku bi hezaran toxim direşand min rûyê xwe dida ber rojê û min pelê xwe vedikir.

    Carina min xwe bi zorê digirt. Ji xweşikbûna dengê zarokan, bêhna wan û kenên wan ku ez wan yeko yeko hemêz nekim.

    Em bi hev re dema dimeşiyan bi peyva Kurdî “Rojbaş!” ya jî peyva Tirkî “Gunaydin!” me silav dida hev.

    Li dû dema dihatin pirtûkxanê ku ez bi hevalekî/e xwe re bi Kurdî biaxiviyama, ya jî romaneke Kurdî guhdarî bikim, wê demê bi çavên xwe yên xweş li min dinêriyan û ji min dipirsîn;

    – Tu bi kurdî dizanî? Kurdiya te çi qas xweş e mamoste! Dema ku mirov guhdariya te dike gelek kêfxweş dibe.

    Min jî ji wan dipirsî;

    – Ka zimanê dayika we çi ye? Ka ji min ra bibêjin!

    Hin ji wan digotin “Kurmancî”, hinekan digotin “Kirdkî/Zazakî”, hinekan jî digotin “Tirkî”.

    Me dema bi hev ra xwendina pirtûkan dikir û li dû jî behsa naveroka wan dikir, wê demê êdî digotin;

    – Em ê heta kengê behsa naveroka pirtûkan bikin? Êdî ji me re bibe alîkar ku em jî bibin nivîskar!

    Belê, min ê alîkarî bidana wan. Lê min ji wan sozekî dixwest. Min digot;

    – Dema we jî wekî min dest bi nivîsandina zimanê dayika xwe kir ez ê wê demê alîkarî bidim we. Helbestên xwe, çîrokên xwe û nivîsên xwe yên ku we bi zimanê dayika xwe nivîsandibe bi min re parve bikin.

    Ew ê demê xemgîn dibûn, digotin;

    – Mamoste em ê çawa binivîsin? Hewce dike ku tu me fêrî zimanê dayika me jî bikî.

    Min jî pir dixwest ez wan fêrî zimanê dayika wan bikim û atolyeya xwendina bilez, li dibistana ku ez dixebitîm li dar bixim. Ji ber kêmasiya dîtina çavê min ez pir nikaribûm bi kolanê dil ve biçim.

    Wêjeya zimanê dayîka wan hewceya wan bû. Wêjiya zimanên din ji xwe têrî xwe dikir. Ez bi lez û bi hêvî diçûm ber gerînendeyê dibistanê. Min ji wî dixwest ku ji me ra li pirtûkxaneya me destûr bide ku em zimanê Kurdî bi zarokan bidin fêrkirin. Lê gerînende piranî bêdeng dima. Peyva “na!” ji devê wî dernediket. Ji ber ku xizmeta zimanê dayîkê ew qas xweş, şîrîn û pîroz bû. Lê wusa xuya bû, ne li gorî qeweta wî bû. Dibe ku xwesteka wî be jî. Heta ku ez ciyekî din bibînim. Yeko yeko zarok dihatin navê xwe li cem min dinivisandin. Digotin;

    – Mamoste, dema ku te kursa Kurmancî ya jî Kirdkî/Zazakî vekir navê me binivîse û destpêkê bangî me bike.

    Hinek disekinîn û sebir dikirin. Lê xwendekarekî min ê pola dowazdehan hebû bê sebir bû her tim dihat cem min û diçû. Digot;

    – Mamoste dosyeya min heye!

    Wê demê min qet dosyeya wî guhdar nedikir. Heta ku bi zorê be jî vegeriya ser zimanê dayîka xwe û xwesteka ku min jê kir bi zorê be jî hewl da çû kursên Kirdkî/Zazakî. Li dû jî bi helbestên xwe yên Kirdkî/Zazakî hate cem min.

    Dema dipeyivî, ew ê demê qehrên min ên rojên berê diketin bîra min. Lê dîsa jî min bi dengekî bi ken û bi hêvî bersiva wî dida. Min digot:

    – Hir bijî ji te re! Her bijî! Roj diçe tu bêtir xwe digihîjînî!

    Belê min qet ji zaravê Kirdkî / Zazakî fêm nedikir.  Carina ku bi Tirkî ya jî Kurmancî diaxivî, min digot;

    – Na na na! Bi Kurmancî, Tirkî ez dizanim. Dor dora Kirdkî/Zazakî ye. Ev zimanê dayîka te ye. Tu yê min jî fêrî zimanê dayîka xwe bikî. Di mejî û hestên xwe de zimanê dayîka xwe ji nû va ava bikî.

    Careke din jî ku dihat cem min, min mêze dikir ku hê jî bi Tirkî nivîsiye û bi Kurmancî diaxivî, bi zimanê xwe ne nivîsandiye, min wî ji pirtûkxanê dikir der. Ew ê demê xemgîniya wî li dilê min siwar dibû. Ez hestiyar dibûm. Lê ne di destê min da bû. Ji bona wî, ji bo ku zimanê dayîka xwe fêr bibe hewce dikir ku ez carina jê bixeyidiyama.

    Dema bi Kirdkî/Zazakî min helbestên wî guhdarî dikir min jê fam nedikir. Lê dîsa jî ji ber ku bi zimanê dayika xwe nivîsandibû û ji min ra dixwend, wekî ku ez jê fam bikim ez kêfxweş dibûm. Bi kêf min spasî lê dikir.

    Vegerîna li zimanê dayîka xwe gelek min kêfxweş dikir.

    Ji ber wê jî min biryar da ku ez ê di destpêkê da dosya ku Diyar bi Kirdkî amade kiribe ez ê bi dosyeya xwe ra bi xwendevanên xwe re bidin nasandin. Li dû jî ew zarok û xwendekarên ku bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin û bizanibin bi zimanê dayîka xwe binivîsin ez ê alîkariyê bidime wan jî. Çend dosya li cem min hene. Sala ku bê ez ê dosyeyên din jî li ber xwe bicivînim û li dû jî helbijêrim.

    Ciwanên ku li zimanê xwe vegerin û xwe di nava wêjeya xwe ji tunebûnê hebûnek ava bikin em ê berhemên wan ên bi zimanê wan ê dayîkê ku bigihîjînin me em ê binirxînin û ji bo weşandinê bibin alîkar.

    Em bi kelecanî li ser doseyeyê xebitîn. Lê erdheja ku yazdeh bajaran hejande, hêvî û xwestekên me jî daliqandî man. Ji ber erdhejên di dilên me da birînên dijwar û bê derman vebûn. Bi hezaran mirov, jin û zarok bêxwedî man. Di nav neçarî û astengî û mehrûmiyetê da man. Ji ber wê jî me karê xwe yê dosyeyê da sekinandin. Û bi rastî jî ji dilê me nat ku em li ser bixebitin. Bêdengiyeke mezin di dil û awazên me de çêbû.

    Ez di navbera 21-25ê Reşemiyê de ji dayikê bûme. Ji ber wê jî min pir dixwest ku şeva ku ez li dar bixim, roja 21 Reşemiyê Roja Zimanê Dayîkê be!

    Lê nebû nesîb.

    Li du erdhejê bêdengiyeke dirêj li me peyda bûbû.  Ji ber wê jî ez ê bêdengî xelata ku bidin Diyar Narîn, ji bo bîranînên miriyên erdhejê û zarokên ku bê dayîk mane.

    Hêvî dikim ku tu car zarok bê dayîk û bê zimanê xwe nemînin…

    VERVATE

    Ez ki newe kewto ino rayer, ez se beno sew mi nêzonaynî. Rayer tarî bi, peynîya rayerî nêyasaynî. Yew hewi di rarê mi roşn bi.

    Ino şewq şewqê çimonê yayi bi. Înî çimî çimê mamosta Leylana Sidîqi bî. Mi ki mamosta Leylana Sidîq dîyi seba kû gomonê şinasnayişî kû ez erzeno bi mucîzeyon bawer bîyo.

    Ser di ki waxt vîyart ez fikrîyawo kû yew merdim ihind zorêyi hewanono sew ez çina ra ki ona vindeno.

    Mi Leylana Sidîqi xo rê pêşengi zonayi, xo ra ya zî mi rê pêşeng bîyi.

    Ino semed ra ez mamosta Leylana Sidîqi rê zaf weşûwarêyi wazeno. Yayi ez açarnawo zondê mi ser, mi nawit ki zonê yew merdimî ra weşêr çîyîna çinî yo.

    Rayero kû mi nawitbi rayerê zonê mi no. Êro ino pirtûk mi nawneno kû peynîya hergû rayerî esta.

    Zaf merdimî ino rayer di mi rê paştî vecîyayî, ino semed ra ayî ki ino rayer di yî ez hemin rê weşûwarêyi wazeno…

    Diyar Narîn

     

    • © Mafê wê parastî ye.
    • Leylana Sidîq | 2025
    • Wêne: J&J | Arşîv
    • Çavkanî: Bîra Hêviyê, Weşanên J&J, 2023
  • 06 Mayıs 2025, 23:34

    Îşev ne wekî şevên her gavîn e. Şev hêstirên xwe dibarîne. Hîv û stêrk di gora xwe ya tarî ...

    Îşev ne wekî şevên her gavîn e. Şev hêstirên xwe dibarîne. Hîv û stêrk di gora xwe ya tarî de tenê mane. Her ku hêstirên şevê li paceya Dara diket kaniya dilê Dara jî ziwa dikir.

    Dara tu caran nedixwest ku bi tena serê xwe bimîne. Her ku bi tena serê xwe dima jî bangî Sarayê dikir.

    Sara çavreşa Dara bû, xezala daristana dilê Dara bû. Evîna wî ya veşartî bû. Bi salan e di nava daristana dilê Dara de xezalek tenê dijî. Ew jî Sara ye. Lê Sara jî bi salan e li benda evîna Dara ye. Ji ber ku malbata her duyan jî pir ji hev hez dikin, her tim li ba hev in. Ji ber vê yekê jî zarokên wan bi hev re mezin bûne.

    Bi hev re tirsa şevê û derdên rojê ji ser xwe avêtine. Dema dê û bavên wan ji bo jiyana wan biryarên girîng didan, ew jî li hev rûdiniştin û ji hev re bahsa biryarên dê û bavên xwe dikirin.

    Bavê Dara wekî şevên her gavîn ji karê xwe derketiye û hatiye malê, xwe li ser qenepeya xwe ya sor dirêj kiriye, cixareya xwe vêxistiye û bangî Dara kiriye.

    – Dara, Dara! Kurê min tu li ku yî?

    Dara li odeya xwe çend pirsan dibersivîne paşê jî ser pirsên ku li ser kaxezê nivîsandine xêz dike û diçirîne, ji ber ku pênûsa Dara ji bilî navê Sarayê tu tiştekî nanivisîne.

    Guhdariya dengê dilê xwe dike. Ji bilî peyva Sara û ‘çavreşa min’ tu tiştek tune ye di dilê wî de, li bendê ye ku rojekê gotina ‘çavreşa min’ ji devê wî derkeve û dilê wî êdî lal bibe, ji bilî wî tu kes ji Sarayê re nebêje ‘çavreşa min’.

    Kaxezên ku tev çirandine li der û dora xwe reşandiye. Dengê bavê xwe dibihîze lê bersivê nadê. Zane ku bavê wî çi jê dixwaze; wekî şevên her gavîn leptopê jê dixwaze. Kaxezên ku li der û dora xwe reşandine bi her du destan dide hev û dike bêrîka xwe. Zane ku dema ew ji odeya xwe derkeve dê dêya wî li pê wî bikeve odeyê û li pirtûk û lenûskê binêre bê ka Dara çi qasî şixuliye.

    Êdî sebra bavê Dara nemabû bi sil bangî Dara dikir

    – Dara, Dara! Tu li kîjan kunê di xew re çûyî?

    Dara rahişt leptopê û ji odeya din çû ba bavê xwe, got:

    – Ez hatim... Tu leptopê dixwazî ne wisa?

    Leptop dirêjî bavê xwe kir. Bavê wî bi dengê bilind got:

    – Erê ez leptopê dixwazim.

    –  Tiştên ku tu bîr nabî, ez di şûna te de serê xwe pê re diêşînim.

    Dara destê xwe da ber dev û pozê xwe û çavên xwe û paşê jî eniya xwe firikand. Xwe ji ber bavê xwe da alî, wexta ava germ hatibû. Ji ber ku nikarîbû tiştên di dilê xwe de ji dê û bavê xwe re bigota, xwe dida binê ava germ û çavên xwe digirt. Dixwest wî dengê ku di mejî de bûye cemed, bi ava germ bihelîne û di kuna serşokê re bi rê bike. Lê ne ew qasî hêsan bû. Ew peyva ‘bişixule bişixule’ ji guhê wî dernediket, bi hezar caran bilind dibû û dadiket. Bi tasan ava germ li serê xwe dikir. Dixwest ku hiş di serê wî de nemîne, nemîne ku xwe ji dengê her kesî dûr bixe.

    Dikir nedikir ew dîmena bavê wî ji ber çavên wî nediçû. Ku her şev li ser leptopê bi çavên xwe yê beloq li zanîngehan digeriya û di deqeyekê de Dara dişand ITUyê, paşê ODTUyê, paşê jî Hacettepe, Çapa û Egeyê. Çi qas zanîngehên navdar hebûn çavê wî li wan bû. Carinan jî li Dara mêze dikir û digot.

    – Na, na, kurê min! Ege nabe. Dibêjin tip heft sal e, li wê derê. Li Marmarayê ew qas sal e.

    Erê Dara kurê wî bû. Ji ber vê yekê jî nabe kure wî di zanîngeheke vir de wê de de bixwîne. Ew ê ji kesên li der û dora xwe re çi bibêje. Carinan jî Dara dişand derveyî welêt; Amerîka, Îngilistan, Fransa... Ji wan deveran kîjan be, dibe. Carinan jî ew disekinî û paşê digot: ‘Almanya jî baş e.’ Xwestekên dilê xwe li jiyana Dara direşand.

    Dara rojekê devê xwe venekir û negot ku ‘ew qas hêsan e tu here bixwîne li wan zanîngehan’.

    Her tim avêt dilê xwe. Dema ji serşokê derket bavê wî hê jî li zanîngehan dinêrî. Xatir ji bavê xwe xwest û derket. Ji bo ku di rêya li berwarê çiyayê bilind de baz de û ew û Sara dîsa çirayên li der û dora xwe li dû xwe bihêlin û bi stêrkan re bibezin. Her ku Dara bangî Sarayê dikir dilê Sarayê wekî gulên rojê pelên xwe vedikir. Dixwest ku Dara bîn bike. Ev evîna veşartî êdî derkeve holê. Lê tu caran Dara devê xwe venedikir. Ba ku porê Sarayê li hev dihûna, hest û ramanên Dara jî bi guliyên Sarayê ve dizeliqîn.

    Dema ku Sarayê destê xwe diavêt guliyên xwe, ba jî destê xwe diavêt dilê Dara. Ew hêviyên ku veşartî mane tev jê derdixist û li deryayê direşand. Her şev çawa bi ba şa dibûn, vê şevê jî sînga xwe dan ber ba û pê şa dibûn. Rêya ku her şev tê re diçûn û vedigeriyan ji wan ve ne xuya bû. Kenekî bê wate bi her duyan jî girtibû. Kenê wan li asîman belav dibû ku şev ji wan didexisî. Marên ku bi şevê re tên xwarê û berê xwe didin avê, bi dengê lingên wan û bi dengê kenê wan metel mabûn.

    Ji ber ku ji sînorê xwe yê her şevîn dûr ketibûn haya wan ji wextê tune bû. Sara li bendê bû ku hêrsa Dara dakeve, Dara jî li benda destê Sarayê bû. Dixwest ku destê xwe bi aliyê wî de bibe. Wê demê wî dê bi destê ku bi salan e li bendê ye bigirta û qet berneda.

    Lê ji xwe ditirsiya û bi xwe ne bawer bû. Ji ber vê yekê jî qet li hindurê çavên Sarayê mêze nedikir. Li stêrken asîman mezê dikir û dijimart. Bi hezaran stêrk di hindurê çavên xwe de vedişart. Lê bi xwe ne bawer bû ku çavên Sarayê di hindurê çavên xwe de veşartî bihêle.

    Sara êdî westiyabû. Ji ber ku ji sînorê xwe yê her şevîn dûr ketibûn tirs ketibû dilê wê. Nizanîbû li ku ne û ji malê gelekî dûr ketine. Wekî şevên din hêvî dikir ku Dara dilê xwe ji wê re veke.

    Wê jî bi Dara zanîbû ku pir napeyive, lê li benda peyvekê tenê bû ku peyva hezkirinê ji devê Dara derkeve û ew jî berdewam bike. Çûna malê hê neketibû bîra Dara. Ji ber ku ba xweliya agirê dilê wî bi deryayê re bi rê nekiribû. Baz didan, bi lez baz didan. Qet têr nebûbûn. Sara bi şûn de mabû û bangî Dara dikir

    – Dara, Dara! Ez westiyam hinekî bisekine.

    Dara li pê xwe mêze kir ku Sara westiyaye, got;

    – Erê Sara em vegerin.

    Hê peyva wî di devê wî de bû qîştînek pê ket. Wekî gindor ji jor de bê xwarê. Dev û pozê wî di nava xwînê de mabûn, êşa ku ketibû canê wî ne ji êşa dilê wî bêtir bû. Nikarîbû tev bigere. Bangî Sarayê kir.

    – Sara, Sara!

    Bi çavên xwe li çavên Sarayê digeriya. Nedixwest ku Sara jî li wî tiştî bilikume. Ne wekî maran bû ne jî wekî keviran bû. Tiştê ku lê likumîbû nerm û stûr bû. Wekî laşê mîrovan bû.Wî dengê Sarayê bihîst. Ew jî li Dara digeriya, dengê wî bihîstibû lê li ku bû, nedidît. Roniya telefona xwe vekir ku çi bibîne. Dara li ba laşê merivekî li erdê ye.

    Destê xwe dirêjî Dara kir ku wî rake û dîsa baz din. Lê Dara ne baş bû. Dara di nava xwînê de mabû. Sarayê dikir nedikir nikarîbû Dara ji ciyê wî tev bide. Rûnişt û serê Dara da ser çoka xwe.

    Sarayê dikir hewar û digot:

    – Dara çavên xwe veke! Li min mêze bike. Tu min ditirsînî.

    Kesî nikarîbû li ber Dara, Sarayê bitirsîne. Lê a niha Sara ditirsiya û tu tiştek ji destê Dara nedihat.

    Ji çavên Dara hêstirek hat xwarê. Li serçavê wî yê bi xwîn xeteke wekî rêyeke dirêj vebû. Ji bo ku tîrêjên çavên Sarayê wê rêya tarî ronî bike. Lê êdî dereng bû. Ev bêdengî ne li gorî dilê Dara bû. Li ser çokên Sarayê dixwest ku ji nû ve bê dinyayê. Destên ku rûyê wî miz dida bigire û qet bernede. Hêstirên ku ji çavên Sarayê dihatin xwarê dixwestin ku li ser axê evîna wan ji nû ve şîn bibe.

    Sarayê gazî dê û bavê xwe dikir. Dara ji xwîna devê xwe nikarîbû bipeyive. Sara ji vê bêdengiyê ditirsiya, ji mirina Dara ditirsiya. Dixwest peyvek ji devê Dara derkeve. Dixwest ku vê carê jî yarî be.

    Şeveke ku dê û bavê Dara diçin mala Sarayê, Dara ji qaseyê devançeya bavê xwe derdixe û li benda hatina Sarayê dimîne. Ku di paceyê re dibîne Sara tê devançeyê di ber serê xwe re diteqîne û xwe diavêje erdê. Li benda Sarayê dimîne bê ka çi qasî dilê Sara bi wî dişewite ji wî hez dike yan na. Ku Sara dike hewar çavên xwe vedike. Wê demê Sara poşman bûbû ku negotiye; ‘Dara ez evîndarê te me’. Her tim li bendê bû ku Dara careke din jî yariyekê pê bike û ew jî evîna dilê xwe jê re bibêje.

    Lê Dara vê carê ne çavên xwe vekir ne jî rabû. Sarayê dest avêt telefona xwe û telefonî dêya Dara kir. Peyv ji devê wê dernediketin ku bibêje Dara ketiye. Sara nikarîbû bersiva wan pirsên ku dêya Dara dipirsî bide. Ji bilî gotina “Zû ambulansê bînin rêya daristanê!” wê tu tiştek negotibû.

    Dest avetibû serê Dara û li ser sînga xwe şidandibû wekî hêlekanê dibir û dianî. Wekî ku di biçûkiyê de Dara ew dikir hemêza xwe û ew di hêlekanê de dibir û dianî. Dengê kena Sara ya niha bûbû hewar ji bo xwe û Dara, ji bo evîna veşartî. Bangî stêrk û hîvê dikir, alîkarî ji wan dixwest. Wê jî zanibû ku heta ambûlans bê, dê xwîna Dara ziwa bibe. Guliyên ku ba hûna bû hest û ramanên Dara tê de hewandibû a niha vedikir û li birînên Dara dilefand. Mirî li pê wan bû, mirin jî li pêşiya wan bû.

    • © Mafê wê parastî ye.
    • Leylana Sidîq | 2025
    • Wêne: J&J | Arşîv
  • 06 Mayıs 2025, 23:00

    Bihara rengîn e, xweş û bi hêvî ye, berxwedêriya li dû sê demsalan e. Xwe bi xwe zayîn e li gel hemû ...

    Bihara rengîn e, xweş û bi hêvî ye, berxwedêriya li dû sê demsalan e. Xwe bi xwe zayîn e li gel hemû tengasî û êş û birînan. Pêdiviya bi tu kesî tune ye hemû zindiyan bi qaşilên wan ê hişk û tuneyî ji nû ve heyîna wan diafirîne. Ew bi xwe vejîn e.

    Bi ewrên xwe yên reş û spî baran û barana ku li ser axê dibarîne û toximê jiyanê direşîne bi rojê re hevaltî dike. Şûn de kulîlkên reng bi reng çawa vedike ew qas jî li wan xwedî derdikeve. Di hebûna wan de jî û di tunebûna wan de jî li cem wan e. Lê dixwazin ew ji bona berjewendiyên xwe qetl bikin.

    Em mirovên Kurd wekî biharê wekî xwezayê kesk in, sor in û zer in. Em bi destmala spî ne û geh bûne lêçeka spî ya serê dayikên me û bûye sedema aştiyê; geh jî  em bûne kêfa dil û hestên keç û xortên me û bûne reng û remza evîna wan û di şayiyan de hatine hejandin. Gelek caran jî bûye ala rûmet û hebûna me, zimanê me, çanda me.

    Ew bûye rengên ala Kurdistanê li gel hemû zilm û zexta li du çend sedan salan jî Kurd serbilind û bi her awayî berxwedanê wekî xwezayê ji ber wê jî rengên xwezayê her tim li wan û bejna wan tê.

    Wekî ku Newroz bi sedan salan e bi wateya cur bi cur hatiye afirandin û pîrozkirin. Ji yê ku zindî hiştiye, qetl nekiriye dîsa çanda Kurdan e. Li gel ew qas wekhêviyê wek hemwelatiyê, dîsa jî hin zimanên qirêj û gemar dixwazin yekîtiya Kurdan û gelan xera bikin, perçebûna xwe bi xwe û bihevketina nav xwe jî dibe astengiya mafbidestxistinê, çareserkirinê.

    Di vê Newroz û bihara rengîn de hê jî em dibînin ew zimanê qirêj û gemar ne ku yekîtiya Kurdan, yekîtiya gelan jî xira dikin.

    Sal du hezar û bîst û pênc e hê jî dixwazin ala me biçûk bixin û bibêjin paçavra ye, hê jî hin siyasetmedar dixwazin li ser navê xwişk û biratiyê gelek tiştên qirêj bidomînin. Mozezebeş bi zimanê wan ve vede, ew ziman di devê wan de biwerime, wan nefetisîne lê di qirêjiya xwe de  bigewirin bi çavê xwe bibînin nifşên nû êdî ji bo wan bi hev nekevin  lê ji bo  vê jî hewce dike ku yên heta niha peywira xwe bi cî anîne yan jî neanîne, ji kerema xwe re bila xwe bidin alî. Bi çavnebariya xwe vê nexweşîna xwe dîsa dixwazin bikin kerb û kîn û li nivşên nû belav bikin.

    Newroz çawa roja nû ye ji bo me Kurdan jî rengên biharê ye. Ala me xemla me ye. Çawa dibe ku ala me wekî paçavra tê şibandin bi xwarina  şekirê deve sebiyên me?

    Bi vî awa yî ev ne xwişk û biratî ye. Ev ezezî ye û bi tenê xwe parastin e. Ji ber vê yeke jî ji kerema xwe ra bila kes mebêje kê an jî kî xwişk û bira ne. Ji ber ku diya her kesê diyar e. Qet ne be jinên ku we tînên dinê diya we ne û heqaretê li wan nekin, wan qetil nekin. Qîmeta wan bizanibin.

    Xweza jî xweda jî tiştek wiha qebûl nake.  

    Di xwişk û biratiyê de aliyekî çavnebar û xwînxwar be jî qet ne be aliyê din çavsoriyê nake. Dema axa me zarokên me darên me, jiyana me kurdan dihatin şewitandin, dihatin tunekirin kî ji xwe  an jî ji derdora xwe pirsî  ka li warê me, li me çima van bûyeran naqewimin. Diviya her kesê vana ji xwe bipirsiyana û bersiva wê bi rastî bidana.

    Xweda û xweza her dem Kurdan biparêze û mala Kurdan ava be ku Newrozê heta vê demê parastine…

     

    • Bihara 2025an

     

    • © Mafê wê parastî ye.
    • Leylana Sidîq | 2025
    • Wêne: J&J | Arşîv

tekîlî

Hûn karin bi rêya mail xwe bigişînin me
WhatsApp